Plasschaert: Em xwazyar in rojeke nû bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bê diyarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnera taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê radigihîne, “Ew dixwazin rojeke nû bo hilbijartinan were destnîşankirin ku çar mehan derbas neke, bi şertê ku kursiyên kotaya pêkhateyan bên vegerandin.”
Nûnera taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert rapora xwe ya dawî li Encûmena Asayîşa Navdewletî li ser rewşa Iraqê pêşkêş kir û ragihand, Iraq ji ber cihê xwe yê erdnîgarî welatekî xwedî derfetên mezin e.
Plasschaert amaje bi wê kir, Iraq li gorî berî 20 salan, guhertineke rîşeyî lê rû daye û gavên baş diavêje, lê dîsa jî kêşe hene û sazî û dezgehên wê ne ew qas baş in ku divê li Iraqê guhertin bê kirin.
Herwiha got, li Iraqê gendelî, destêwerdana leşkerî û komên derqanûnî hene. Hikûmet berdewam e ji bo nehîştina vê destêwerdanê, lê dem ji bow ê pêwîst e.
Plasschaert got: “Rêveberên piraniya parêzgehan di hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê de hatin hilbijartin. Lê heta niha parêzgarên Kerkûk û Diyalayê nehatine hilbijartin û ev jî ne tiştekî sosret e û dikare bi têgihîştina siyasî û lihevkirinê çareser bibe.”
Nûnera taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê behsa hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê kir û got: “Yek ji partiyan nîgeran bû û biryar da ku beşdarî hilbijartinan nebe, lê em dixwazin hilbijartinên şefaf û berfireh ku her kes tê de beşdar bibe bê kirin, ji bo rewatiyê bidin saziyan. Hêvîdar im di çend rojên bê de, rojeke nû bo hilbijartinan were destnîşankirin ku çar mehan derbas neke, bi şertê ku kursiyên kotaya pêkhateyan bên vegerandin.”
Derbarê rewşa Şingalê de jî Plasschaert eşkere kir, Şingal hîna wêran e û rêkeftina Şingalê nehatiye cîbicîkirin, koçber dixwazin pirsgirêkan çareser bibin û vegerin warên xwe. Giring e rêkeftina Şingalê bê cibicîkirin.