Berê binyatî ji bo pirojeya cotsayda Daretû-Bineslaweyê hat danan

Merasîmên danana Berê binyatî ji bo pirojeya cotsayda Daretû-Bineslaweyê / Wêne: K24
Merasîmên danana Berê binyatî ji bo pirojeya cotsayda Daretû-Bineslaweyê / Wêne: K24

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi gojimê yek milyar û 455 milyon dînaran, berê binyatî ji bo pirojeya cotsayda Daretû-Bineslaweyê hat danan û biryar e di dema 200 rojan de bê temamkirin.

Bi amadebûna Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sasan Ewnî, Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û hejmareke berpirsên hikûmî, Îro (Sêşem, 21.05.2024) berê binyatî ji bo pirojeya cotsayda Daretû-Bineslaweyê hat danan.

Ew piroje bi gojimê yek milyar û 455 milyon dînaran li ser budceya Wezareta Şaredarî û Geştyariyê di dema 200 rojan de tê bicihanîn. Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê ragehand, “Em hêvîdar in kompaniya bicihanînê bikare di wê dema jê re hatiye diyarkirin de wê pirojeyê bi cih bîne”.

Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê amaje jî da, “Çêkirina wî cotsaydî xizmeteke zêde pêşkêşî xelkê Daretûyê dike”. Herwesa got, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê li jêr raspardeyên Serokwezîr Mesrûr Barzanî li dû şiyanan li ser pêşkêşkirina xizmetkariyan ji bo bajar û bajarkên Herêma Kurdistanê berdewam dibe”.

Sasan Ewnî eşkere jî kir, “Bi piştrastî ve hemî fermangehên me li Wezareta Şaredarî û Geştyariyê li parêzgeha Hewlêrê li her cihekê pêdivîtî bi xizmetkariyan hebe, destê avedankirinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê li wê derê be û xemsariyê di xizmetkirina xelkî de nake”.

Navbirî tekez jî kir, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê cudahiyê di navbera çi cihan de nake. Her cihekê pêdivîtî bi xizmetkariyan hebe, destê avedankirinê dê bigehe wê derê”.