Atalanta bo cara yekem di dîroka xwe de dibe qehremana Lîga Ewropayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Tîma Atalanta ya Îtalî piştî serketina şeva borî bi tîma Leverkusenê ya Almanî, bo cara yekem di dîroka xwe de Lîga Futbolê ya Ewropayê bidest xist.
Şeva borî li Dublin, Paytexta Îrlandayê Tîma Atalanta û Leverkusenê di fînala Lîga Futbolê ya Ewropayê rûbirûyî hev bûn û Atalanta bi encama (3 - 0) biser ket.
Tîma Îtalyayê ji bo serkeftina xwe ya dîrokî, deyndarê êrîşkarê xwe yê Nîjeryayî, Ademola Lookman e, ku sê gol “hat-trick” tomar kirin, di xulekên (12, 26 û 76) de.
Tîma Atalantayê cara yekem e di dîroka xwe de digihe fînala Lîga Futbolê ya Ewropayê û careke yekem jî vê nasnavê hildigire.
Ji aliyê din ve jî, Bayer Leverkusen ku di sala 1988an de Kûpaya UEFA-bidest xistibû, bi vê têkçûnê dawî li rêzika wê ya “zêrîn” a 51 maçên “bêşikestin” di vê werzê de hat.