Bi sponsoriya medyayî ya K24ê, kernevala salvegera parêzgehbûna Dihokê tê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Zêdetirî nîv sedsalê bi ser parêzgehbûna Dihokê re derbaz dibe, ji bo bilindnirxandina parêzgehbûna wî bajarî jî çalakî û qehremaniyên cuda cuda tên kirin.

Îro (Duşem, 27.05.2024) 55 sal bi ser parêzgehbûna Dihokê re derbaz dibin, di eynî demê de ji bo bilindnirxandina parêzgehbûna wî bajarî jî çalakî û qehremaniyên cuda cuda tên kirin.

Kernevala salvegera parêzgehbûna Dihokê bi sponsoriya medyayî ya K24ê tê kirin, ku çalakiyên werzişî û hunerî û rewşenbîrî tê de tên kirin.

Birêveberê Ragehandinê yê Birêveberiya Rewşenbîrî û Hunerî ya Dihokê Hesen Fetah di vî warî de ji K24ê re got, “Dewlet serê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Dihok roj bi roj xweşiktir û avedantir û geştir dibe”.

Hesen Fetah amaje jî da, “Sê rojan marathon dê bên kirin, ku yek ji wan taybet ji bo kuran e û qehremanên tevaya parêzgehên Îraqê tê de pişkdar dibin û dûratiya wê maratonê pênc kîlometr in”.

Navbirî herwesa got, “Maratoneke din jî taybet ji bo kiçan e ku dûratiya wê sê kîlometr in, yeka din jî ji bo xweşî û saxlemiyê ye ku dûratiya wê yek kîlometr e”.