Real Madrîd bo cara 15emîn nasnavê Champions League hildigire

Real Madrid
Real Madrid

Navenda Nûçeyan (K24) – Tîma Real Madrîdê di fînala Champions League de, bi encama (2 - 0) bi ser tîma Borussia Dortmund a Almanî ket û di dîroka xwe de bo cara 15emîn Champions League bi dest xist.

Şeva borî di fînala Champions League de, Real Madrîd û Borussia Dortmund li Yarîgeha Wembleyê ya Londonê rûbirûyî hev bûn û Real bi encama (2 - 0) biser ket.

Golên Real Madrîd bi rêya Dani Carvajal û Vinicius Junior di xulekê (74 û 83) de hatin.

Bi vê serkeftinê, Real Madrîdê şeşemîn nasnavên Champions League di 11 sezonên dawîn de bidest dixe, bi vî rengî jî rekora xwe ya bo 15 nasnavan zêde kir.