Wezareta Çandinê: Hikûmeta Îraqê rêjeyeke kêm a genimê cotyarên Herêma Kurdistanê werdigire

Navenda Nûçeyan (K24) - Wekîlê Wezareta Çandinê û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, “Piştî bizav û tekoşîneke zêde ya cotyarên Herêma Kurdistan, Hikûmeta Îraqê 700 hezar tonên genimê cotyarên Herêma Kurdistanê werdigire.
Wekîlê Wezareta Çandinê û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kerîm Silêman îro (Sêşem, 04.06.2024) ragehand, “Rêjeya wî genimê Hikûmeta Îraqê ji Herêma Kurdistanê werdigire, di ser wan hemî serdan û civîn û çûna şandên Wezareta Çandinê û Çavkaniyên Avê ji bo Bexdayê re, tenê 700 hezar tonên genimê cotyarên Herêma Kurdistanê tê wergirtin.”
Kerîm Silêman eşkere kir, “Par Hikûmeta Îraqê 500 hezar tonên genimê cotyarên Herêma Kurdistanê wergirtin, ji bo îsal 700 hezar tonan werdigire, yanî tenê 200 hezar tonan zêdetir werdigire. Piştî wê hemî bizav û tekoşîna cotyaran, zirareke zêde digehe wan.”
Navbirî herwesa got, “Piştî wê biryarê ku îro Wezîra Çandinê di kongireyeke rojnamevanî de radigehîne, rasterast saylo li ber cotyaran tên vekirin û wê rêjeya hatiye diyarkirin jê werdigirin ûku li ser sayloyan tê parvekirin, yê mayî jî em dizanin gelek e lê çi bandoreke wesa çê nake.”