Li Zaxoyê 10 kargehên nû yên pîşesaziyê tên vekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê amadekariya vekirina 10 kargehên nû yên pîşesaziyê di warên cuda de dike. Di nav van kargehan de kargeha herî mezin a berhemanîna amûrên karebayî û vezîvirandina (recycling) alumînyûmê heye ku li ser asta Iraq û Herêma Kurdistanê bo cara yekem e tên vekirin.
Rêveberê Geşepêdana Pîşesaziyê li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Ebdilrehman Edîb ji Kurdistan24ê re ragihand, di demeke nêzîk de ev 10 kargehên pîşesaziyê yên nû dê li sînorê îdareya serbixwe ya Zaxoyê bikevin xizmeta xelkê Herêma Kurdistanê.
Ebdilrehman Edîb da zanîn, yek ji van kargehan li ser asta Iraq û Herêma Kurdistanê bo cara yekem tê damezrandin ku kargeha herî mezin a berhemanîna sarinc û cemedan û avsarkeran e. Ev proje bi hevbeşî ji aliyê kompaniyeke Tirkî û bazirganekî Zaxoyê ve hatiye avakirin.
Derbarê kargehên din de jî Edîb diyar kir: "Kargeha herî mezin a dirustkirina amûrên karebayî yên navmalê tê vekirin. Ev kargeh dê pispor be di berhemanîna amûr û kelûpelên din ên navmalê."
Her wiha Rêveberê Geşepêdana Pîşesaziyê destnîşan kir ku kargeheke din ji van 10 kargehan dê taybet be bi helandina alumînyûma kevn, ango vezîvirandin û bikaranîna dubare ya alumînyûmê, tevî vekirina çendîn kargehên din ên pîşesaziyê di warên cûrbecûr de.
Ebdilrehman Edîb di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser tevgera pîşesaziyê ya li herêmê û aşkere kir ku ji bilî van 10 kargehan, niha zêdetirî 170 kargehên cuda li sînorê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê dixebitin û ev hejmar roj bi roj zêdetir dibe.