Li Zonguldakê kanzaya komirê herifî û 2 karker di bin axê de man
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Bajarê Zonguldakê yê Tirkiyeyê Kanzaya Komirê herifi û di encamê de 2 karker di bin kanzayê de man û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam in.
Hat ragihandin, îro piştî nîvro li bajarê Zonguldakê de di kanzayeke komirê de herifîn rû daye û 2 xebatkarên kanzaya komirê jî bin de mane.
Hevkarên karkerên bin axê de mayîn hewil didin ku wan rizagr bikin û tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên AFADê jî gihîştine cihê bûyerê.
Navên karkerên mane bin axê de Tevfîk Soy û Harun Kara ye.
Hat ragihandin ku bo aşkerekirina sedema herifîna kanzaya komirê derbarê buyerê de jî lêpirsîn hatiye vekirin.