Li Parlamentoya Tirkiyeyê alozî ji ber danîna qeyûm derket

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterên DEM Partiyê, danîna qeyûm li Parlamentoya Tirkiyê şermezar kirin. Parlamenterên AK Partî û MHPê êrişî Dem Partiyê kirin.

Hejmarek Parlamenterên DEM Partî, li Parlamentoya Tirkiyê bi armanca şermezarkirina dûrxistina şaredarê Colemêrgê û danîna qeyûm, çalakî li dar xistine. Parlamenteran li pêş kursiyê Serokê Parlamentoyê bi diruşm û nivîsan nerazîbûnên xwe nîşan dan.

Hejmarek parlamenterên AK Partî û MHPê hemberî parlamenterên DEM Partî nerazîbûn nîşan dan ku Parlamento ne cihê çalakiyan e û xwestin çalakiya wan bi zorê belav bikin. Di aloziyê de çend parlamenterên DEM Partiyê ketin erdê û derbe girtin. Nivîsên wan ji hêla hin parlamenteran ve hatin dirandin.

Cîgira Serokê Parlamentoyê li ser vê yekê, civîn betal kir û bi navbeynkariya hin parlamenteran alozî bidawî bû. 

Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş hatibû binçavkirin û li şûna wî qeyûm hat danîn. Koma DEM Partiyê jî ji ber tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê çalakiyeke şermezarkirinê lidar xist.