Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê bihayê benzîn û mazotê kêm dibe

Diyarbekir (K24) - Li gor agahiyan, daketina dawiyê ya bihayê petrolê bo asta herî nizim ji meha Sibatê ve bûye sedema kêmbûna nirxê sotemeniyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.

Herwiha ev kêmbûn li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bû sedema daxistina bihayê mazot û benzînê jî.

Li gor vê, bihayê lîtreya benzînê ji îro 7ê Hezîranê pê de ji bo lîreyek û 25 kurîşan û bihaye mazotê jî ji bo lîreyek û 21 kurîşan hat kêmkirin.

Li Diyarbekirê jî piştî vê daketinê, bihayê lîtreya benzînê bû 42 lîre û 8 kurîş, herwesa bihayê lîtreya mazotê jî bû 41 lîre û 8 kurîş.

Fly Erbil Advertisment