Mesrûr Barzanî berê binyatî yê pirojeya Bazarê Fêqî û Zerzewatî yê Hevçerx li Akrê dadine
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 11.06.2024) seet 10:30 li bajarkê Akrê berê binyatî yê Bazarê Fêqî û Zerzewatî yê Hevçerx li Akrê dadine.
Pirojeya Bazarê Fêqî û Zerzewatî yê Hevçerx li Akrê li jêr navnîşanê “Armanca me pêşxistina kertê çandinê li Herêma Kurdistanê ye” ji Birêveberiya Giştî ya Weberhênanê ya Dihokê destûrî wergirtiye û ji aliyê kompaniya Kurdlandê ve ku kompaniyeke navxweyî ya kertê taybet e tê bicihanîn.
Pirojeya Bazarê Fêqî û Zerzewatî yê Hevçerx li Akrê li ser astê Herêma Kurdistanê û Îraqê elweya duyê ya herî mezin e ku bi gojimê 22 milyon dolaran li ser rûberê 245 hezar metrên ducarkî tê çêkirin û dikeve ser rêya serekî ya Dihok-Akrê.
Çêkirina Bazarê Fêqî û Zerzewatî yê Hevçerx li Akrê wekî destpêka şoreşeke nû ya serdemane ya berbazarkirin û embarkirina berhemên çandinê li Herêma Kurdistanê tê hesibandin, ku gelek embarên mezin, sarker, meydanên keskatî û fêqî tevî embara alîkî vedigire.
Di pişka sarkeran de, berhemên çandinê dikarin ji bo demeke dirêj bên embarkirin.
Herwesa bi rêya firotina rasterast, cotyar û bazirganên kertê çandinê dikarin bi hêsanî berhemên xwe berbazar bikin.
Di vê Bazarê Fêqî û Zerzewatî yê Hevçerx de giringî bi kertê xizmetkariyên giştî hatiye dan, wekî bingeha saxlemiyê, bingeha agirvemirandinê, bingeha polîsan, westgeha sotemeniyan, meydana rawestandina erebeyan û devera keskatî ku bi awayekî serdemane tê avakirin.
Pêkhateya pirojeya Bazarê Fêqî û Zerzewatî yê Hevçerx li Akrê:
19 dikan bi rûberê 50 metrên ducarkî
20 embar bi rûberê 450 metrên ducarkî
48 elwe bi rûberê 150 metrên ducarkî
112 elaf bi rûberê 135 metrên ducarkî
1 meydana keskatî bi rûberê 4755 metrên ducarkî
8 sarkerên befirgir bi rûberê 1000 metrên ducarkî
11 sarkerên asayî bi rûberê 1000 metrên ducarkî
2 qepan bi rûberê 290 metrên ducarkî
1 devera keskatî bi rûberê 39 hezar û 861 metrên ducarkî
1 şitilxane bi rûberê 2958 metrên ducarkî
1 meydana rawestandina erebeyan bi rûberê 9716 metrên ducarkî
1 bingeha agirvemirandinê bi rûberê 600 metrên ducarkî
1 bingeha polîsan bi rûberê 600 metrên ducarkî
1 westgeha sotemeniyan bi rûberê 2600 metrên ducarkî
1 xwaringeh bi rûberê 2160.7 metrên ducarkî
1 mizgeft bi rûberê 1025 metrên ducarkî
1 nivîsîngeha kargêriya elweyê bi rûberê 600 metrên ducarkî
1 devera vekirî bi rûberê 33 hezar û 985 metrên ducarkî