Rahênerekî navdar ji bo Amedsporê diçe Diyarbekirê

Diyarbekir (K24) - Rahênerekî navdar ê futbola Tirkiyeyê ji bo Amedsporê diçe Diyarbekirê û peymanekê pê re îmze dike.
Rahênerê navdar ê futbola Tirkiyeyê Ersûn Yanal ji bo Amedsporê çû Diyarbekirê.
Rahênerê ku di lîga super de rahênantiya Fenerbahçeyê jî kiriye li Balafirxaneya Diyarbekirê ji aliyê alîgirên Amedsporê ve bi kulîlk û alayên Amedsporê hat pêşwazîkirin.
Ersûn Yanal îro dê bi Amedsporê re bi merasîmekê peymanekê îmze bike û bi awayekî fermî dest bi rahênerîya Amedsporê bike.