Almanyayê di yekem yariyên Kupaya Ewropayê de Skotlanda tarûmar kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Hilbijardeya Almanyayê di vekirina Qerhemamiya Kopa Neteweyên Ewropayê (UEFA Euro 2024) de, Şeva borî hevtayê xwe yê Skotlandî bi encama (5 – 1) têk bir.
Duhî li UEFA Euro 2024 li Almayayê dest pê kir û di yekem lîstikan de, Hilbijardeya Almanyayê li Stadyuma Allianz Arena ya Munchenê rûbirûyî hilbijardeya Skotlandayê bû û bi encama (5 – 1) biser ket.
Golê Almanayê di xulekên (10, 19, 44, 68 û 90+3) bi rêya, Florian Wirtz, Jamal Musiala, Kai Havertz, Niclas Füllkrug û Emre Can hatin.
Gola hilbijardeya Skotlandayê jî di xuleka (88) bi şaşî ji aliyê yarîzanê Almanî Antonio Rudiger hat tomarkirin.
Hilbijardeya Neteweyî Almanya ku sê caran nasnava vê qehremaniyê higirtiye, ya herî dawî di sala 1996'an de bû.
Hilbijardeya Almanya û li gorî yekem yariya xwe, hewl dide vê carê yekem cemawerê xwe bi hilgirtina kupa UEFA Euro 2024an şad bike, nexasim ku berî 2 salan li Mondiala Qeterê ji gera koman derketibû.