Li Rihayê zarokek ket kanala avdanê û wında bû
Diyarbekir (K24) - Li Rihayê zarokekî 16 salî ket kanala ku ji bo avdana çandiniyê tê bikaranîn û winda bû.
Li gor agahiyan, li bejahiya taxa Çamlidereyê ya navçeya Halîliyeyê Sedat Dag ê 16 salî ji bo hênik bibe ketiye kanala avdanê ya Kargeha Avê ya Dewletê (DSÎ) û li ber avê çû û winda bû.
Li ser agahdarkirna xizmên Sedat Dag, tîmên ewlehiyê polîsên dirav, agirkujiyê û tenduristiyê ji bo cihê bûyerê hatin veguhastin.
Ji bo dîtina Sedat Dağê 16 salî xebatên lêgerînê berdewam dikin.