Euro 2024.. Volkrug bi goleke kujer Almanya ji têkçûnê rizgar dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Hilbijardeya Neteweyî ya Almanyayê li hember hevtayê xwe yê Swîsrî di xulekên dawî de wekhevî bidest anî û ligel Swîsrayê derbasî qonaxa (16) a Euro 2024 bû.
Şeva borî di gera sêyem a qonaxa koman ya Kûpaya Netewên Ewropayê (Euro 2024) de, li stadyuma Deutsche Bank Park a Frankfurtê, hilbijardeyên Almanya û Swîsrayê rûbirûyî hevdu bûn û lîstik bi encama (1 - 1) bidawî bû.
Lîstikvanê Swîsrî Dan Ndoye di xuleka (28) de golê welatê xwe tomar kir, piştre lîstikvanê Almanî Niklas Wohlkrug di xuleka kujer (90+2) de, gola wekheviyê ji welatê xwe re anî.
Almanyayê bi (7) pûanan di rêza yekem a koma (A)yê de pêşengiya xwe parast, bi vî awayî ligel hevtayê xwe yê Swîsrî ji rêza yekem, derketin qonaxa (16) a Euro 2024.
Rêzbendiya Koma A:
1- Almanya – 7 xal
2- Swîsra – 5 xal
3- Hungarya – 3 xal
4- Skotlanda – 1 xal