Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kilînîkeke gerok li Şiyê danî

Navenda Nûçeyan (K24) - Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li ser pêşengiyên xwe yên mirovî ji xelkê Efrînê re berdewam e û bi armanca xizmetkirina welatiyan kilînîkeke gerok li navçeya Şiyê ya girêdayî bajar ve danaye.
Li gor pizişkên wê dezgehê, karmendên wan bi dilekî germ pêşwaziya nexweşan dikin, alîkariyên pizişkî û dermanên pêdivî ji wan re pêşkêş dikin.
Ji bo yekemîn car kilînîkeke gerok li navçeya Şiyê ya Efrînê tê dîtin, hewcedariyên pêdivî û çavdêriya pizişkî û dermanan ji xelkê re pêşkêş dike.
Ev kilînîk ji aliyê Dezgeha Xêrixwazî ya Barzanî ve ji xelkê wê deverê re hatiye dabînkrin, armanc jê alîkarî û careseriya welatiyên hejar û zarokên wê deverê ye ku şiyanên wan nînin û nikarin xwe bigehînin nexweşxane û navendên tendirustiyê.
Welatî Xelîl Doblan di vî warî de got, “Ji ber rewşa xerab û zehmet a ku xelkê deverê tê de derbas dibe nûrîngeh hatiye danîn, tîmên tendirustiyê jî yên ku tê de kar dikin bi dilekî germ erkê xwe bi rê ve dibin û pêşwaziya nexweşan dikin.”
Cihan jî ku yek ji pizişkên Dezgeha Xêrixwazî ya Barzanî ye got, “Ji destpêka erdheja bakurê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê ve, Dezgeha Xêrixwazî ya Barzanî di çalakî, pêşengiyên xwe yên mirovî û xizmetkirina xelkê bajarê Efrînê û derdora wê berdewam e û ji bo sivikkirina êş û azarên welatiyên di rewşên mirovî û darayî yên xirab de dijîn, dezgeh alîkariyên pêdivî ji wan re pêşkêş dike û bi hemî bizavên xwe kar dike heya barê li ser nmilê wan sivik bike û ew hest bi kêmasiyê nekin.”