Bi milyarek û 400 milyon dînaran bankek li Sîdekanê tê çêkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Sîstema bankê di Kabîneya Nehê de pêş keftiye. Di wê çarçoveyê de jî, li qezaya Sîdekanê ya Îdareya Serbixwe ya Soranê, karê çêkirina bankeke pêşkeftî ji bo hêsankariyên karûkarên welatiyan berdewam e.
Banka Sîdekanê bi gojimê milyarek û 400 milyon dînaran tê çêkirin û 95% karên wê temam bûne; ev jî ji bo çespandina sîstema bankê li deverê û hêsankariyan ji bo welatiyên deverê dibe alîkar.
Qayimqamê Qezaya Sîdekanê Îhsan Çelebî ji aliyê xwe ve ji Fermangeha Medya û Zanyaran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê re ragehand, “Temambûna vê bankê dê xizmeteke mezin pêşkêşî welatiyên wê qezayê bike û dem û xerciyên zêde jê re vebigerîne.”
Herwesa hejmareke welatiyên qezaya Sîdekanê amajeyê didin ku, “vê bankê dê mifayekî zêde ji wan re hebe ji ber ku dê wesa bike ku êdî ew ji bo birêvebirina karên xwe rêya dûr a Îdareya Serbixwe ya Soranê û bajarê Hewlêrê nebirin.”
Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêngavên giring ji bo bankkirina mûçeyan û dîjîtalkirina sîstema bankê avêtine, di çarçoveya pirojeya Hejmara Min de bizav tê kirin ku heta dawiya îsal hejmarên bankê ji bo yek milyon mûçexurên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bên vekirin.