Gera duyê ya hilbijartinên Serokatiya Komara Îranê hat destpêkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Bingehên dengdanê li Îranê îro (În, 05.07.2024) li ber dengderan hatin vekirin, ku îro gera duyê ya hilbijartinên Serokatiya Komara Îranê tên kirin û tê de Mesûd Pizîşkiyan û Seîd Celîlî rûbirûyî hev dibin, ji bo ku yek ji wan cihê Serokê wexerkirî yê Îranê Îbrahîm Reîsî bigire.

Di dema vekirina deriyên bingehên dengdanê de, Rêberê Îranê Elî Xamineyî li yek ji bingehên dengdanê li seet 08:00 ê vê sibehê dengê xwe da.

Bangeşeya gera duyê ya hilbijartinên pêşwext ên gera 14ê ya Serokatiya Komara Îranê duhî (Pêncşem, 04.07.2024) bidawî hat. Navenda Hilbijartinan a Wezareta Navxwe ya wî welatî ragehand, “Mesûd Pizîşkiyan bi hejmara 22 û Seîd Celîlî bi hejmara 44 li roja Înê berîkaneya gera duyê ya hilbijartinan dikin.”

Navenda Hilbijartinan a Îranê ragehand, “Li dû madeya 117ê ya destûr û qanûna hilbijartinan hejmar 2764 li roja 26.07.1985ê, gera duyê ya hilbijartinên Serokatiya Komara Îranê tê kirin û di vê gerê de pîverê yekane yê serkeftinê bidestxistina piraniya dengên wê hilbijartinê ye.”

Wê navendê herwesa parve kiriye, “kesên ku li roja 06.07.2006ê hatine ser dinyayê û hemî kesên ku di ser 18 saliyê de ne dikarin li roja Înê tevlî dengdanê bibin, bi wî şertî ku hilgirên nasnameya Îranî bin.”

Ev piroseya dengdanê heta seet 06:00 ê êvarê berdewam dibe, ev jî piştî ku li roja Înê ya borî ji çar kandîdan Mesûd Pizîşkiyan û Seîd Celîlî piraniya dengan anîn, lê ji ber ku dengên çi yek ji wan negehiştibûn 50+1%, pirose derbazî gera duyê bû.