Li 5 deverên Mêrdînê agir bi daristanan ket

Navenda Nûçeyan (K24) – Li pênc deverên Mêrdînê agir bi daristanan ket. Hewlên vemirandinê agir jî didomin.

Li navçeya Mîdyad ya Mêrdînê li pênc deverên cuda şewata daristanan derket. Bi şewatê, dehan donim daristan bûn xwelî. Tîmên vemirandina agir di karên xwe de berdedwam in.

Heta niha sedemên şewatan diyar nebûne û şewat her diçin zêde dibin. Hêzên ewlekariyê jî bo deverê hatine şandin.

Du hefte berê jî, di encamê şewata di navbera Diyarbekir û Mêrdînê de, 15 kesan canê xwe jidest dabûn û zêdetirî 15 hezar donim zevî şewitîbû.

Fly Erbil Advertisment