Projeyeke jîngehparêzî 100 darên bitemen li Herêma Kurdistanê belge dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Projeya “Belgekirina Kevintirîn Dara Kurdistanê, tomarkirina 100 darên ku temenê wan nêzîkî 500 salî ne, ragihand.

Rêveberê projeyê Hejer Ebdullah îro 6ê Tîrmehê di civîneke rojnamevaniyê de ragihand, wan li Xurmal û Helebce dest bi projeyê kiriye û piştre jî diçin li devera Ciwarta ya Silêmaniyê, ku tê de gelek darên bitemen hene.

Got jî: “Me li ser her darekê plaketên modern û jîngehparêzî danîne ku li hemû welatên cîhanê giringî pê dayîn. Ev dar dê bibin cihekî giring ku geştiyaran bikişîne, lewra divê em giringiyeke taybet bidin vê projeyê.”

Ebdullah tekez kir, ev proje tevahiya Herêma Kurdistanê digIre nava xwe û eW bang li her kesê ku zanyariyek derbarê darên bitemen hebe, cihê wan agahdar bike.

Got: “Heta niha me 100 darên temendirêj li seranserê Herêma Kurdistanê tomar kirine ku temenê wan nêzîkî 500 salan.”