Li taxa Peyasê ya Diyarbekirê înternet û gaza xwezayî hatine qutkirin
Diyarbekir (K24) – Di nava navenda Diyarbekirê de taxek bi navê Peyasê heye ku li vê taxê înternet û xaza siruştî nîne. Nunerên taxê dibêjin bi salane wan pirsgirêka xwe bi rayedaran re parve kirine lê bo pirsgirêka wan çareseriyek nehatiye dîtin ku di heman demê de li vê taxê tapuyên xaniyan jî nînin.
Bajarê Diyarbekir piştî salêN 2000Î bi awayeke lez di demeke kin de berfireh û mezin bû û di encamê de jî gelek gundên li dora Diyarbekir bûn ji nişkave ketin nava Diyarbekir û van gundan hem nekarîn xwe li gorî plansaziya bajêr biguherînin û hem jî nekarîn wek rewşa xwe ya berê bimînin ku di enncamê de jî ji gelek xizmetguzariyan bêpar man. Taxa Peyasê jî yek ji wan gundan e ku li vê taxa ku berê gund bu înternet û xaza siruştî nîne û xanî jî bêtapu ne. Nunerên taxê dibêjin bi salane ew bang li rayedaran dikin ku ji wan re çareseriyek were dîtin lê encamek ji hewlên wan derneketiye.
Muxtarê Taxa Peyasê Mehmet Çoban ji K24ê re got: “Serjimêriya taxa me 50 hezar e, 3 hezar û 500 xaniyên me bêtapu ne, xaza siruştî nîne, înternet nîne, taxa me hatiye dorpêçkirin. Em dixwazin bo me jî xizmet were kirin da ku em jî wek mirovan bijîn.”
Şêniyên Taxa Peyasê balê dikêşin ku ew ji gelek pêdiviyên jiyana rojane pêpar in ku ev yek jiyana wan zehmettir dike. Bi teybetî jî dixwazin demildest pirsgirêk wan a Xaza siruştî çareser bibe û xeta xaza siruştî bigihîje nava taxê.
Welatî Fadîle Alper dibêje: “Em nikarin sobe bişewitînin ji ber ku kîloya êzingan buye 4 hezar, em dixwazin xaza me ya siruştî hebe, em dixwazin kolanên me paqij bin, em feqîr û xîzan in.”
Zarokên Taxa Peyasê jî ji rewşa ku tê de ne bi gilî ne. Neyîna înternetê jî wek kêmasiyek girîng tê dîtin. Zarok dixwazin ku di taxa wan de bingeha înternetê hebe û di xwendina xwe de jî dixwazin sudê ji înternetê werbigrin.
Zarokek Taxa Peyasê: “Em înternetê dixwazin da ku xwendina xwe bikin”
Zarokek Taxa Peyasê: “Em dixwazin înterneta me hebe, em ji xwe re bileyîzin.”
Zarokek Taxa Peyasê: “Em înternet dixwazin.”
Zarokek Taxa Peyasê: “Bila înterneta me jî hebe.”
Peyas Taxa Kayapinarê ye, Kayapinar taxa herî pêşketî û dewlemend a Diyarbekir e, Peyas jî taxa herî paşmayî ya Diyarbekir e ku welatî dixwazin ev nakokî ji holê rabe û xizmetguzarî bo wan were kirin.