Serokê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî: Armanca me pêşxistina hizra neteweyî ye

Stenbol (K24) – Di demên dawî de ji Herêma Kurdistanê hejmareke zêde hunermend, helbestvan û nivîskar li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ya Stenbolê berhemên xwe pêşkêş kirin û digel dildarên çand û zimanê Kurdî civiyan. Serokê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî dide zanîn ku ew dê di demeka nêzik de bo rewşenhizrên rojhilat û rojavayê Kurdistanê jî dîdaran saz bikin û hemû hewla wan xizmetkirina yekxistina çanda Kurdî û pêşxistina hizra netewî ye. Ev hewil xizmeteka rasterast bo doza siyasî ya Kurdan bike. 

Weqfa Îsmaîl Beşîkçî vê dawiyê bûye yek ji navendên diyar a dîdar û çalakiyên bo pêşxistina çand û zimanê Kurdî û bi taybet di demên dawî de mazûvaniya hunermend û nivîskarên Herêma Kurdistanê dike. Serokê weqfê Îbrahîm Gûrbûz diyar dike ku, bi van xebatan armanca wan a sereke avakirina yekîtiya çanda Kurdî ye.

Serokê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî Îbrahîm Gûrbûz ji K24ê re got: “Heke em yekîtiya çanda Kurdî ava bikin û yekîtiya hunermend û nivîskarên Kurdan çêkin û yekîtiya xebatên Kurdolojiyê bihêz bikin em dê xizmeta hişmendiya netewî bikin. Serfirazkirina hizra netewî yek ji armancên me yên sereke ye.”

Weqfa Îsmaîl Beşîkçî bernameya xwe heye, ne tenê ji Herêma Kurdistanê, rewşenhizrên her du parçeyên din ên Kurdistanê jî li Stenbolê bike mêvan.

Serokê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî Îbrahîm Gûrbûz got jî: “Em dixwazim di siberojê de hunermend û rewşenbîrên rojhilatê Kurdistanê û rojavayê Kurdistanê jî bînin vir. Me di sala 1993yê ev xebat kir. Me Şaxa Enstîtûya Kurdî ya Srtenbolê li Hewlêrê hunermend û rewşenbîrên her çar perçeyê Kurdistanê di wê şaxê de cih girtibûn. Weqfa Beşîkçî berdewamiya wê xebatê ye.”

Li gor Îbrahîm Gûrbûzî çalakiyên bo yekgirtîbûna çanda Kurdî dikare xizmeteka rasterast têkoşîna siyasî ya Kurdan jî bike û lewma bangekî wî bo siyasetmedaran jî heye.

Îbrahîm Gûrbûz herwiha got: “Avakirina dewleteka Kurdî belkî bo dema îro zehmet e lê yekxistina çanda Kurdî hêsan e. Em dikarin vî karî pir serkeftî bikin. Lewma em bang li hemû siyasetmedarên neteweperwer ê Kurdan dikin ku, bila piştgirî bidin vî karî ku bo milletê me gelek girîng e.”

Ehmedê Xanî pêşengê neteweperiya Kurdî ya serdema klasîk, Îsmaîl Beşîkçî jî yek ji kesayetên diyar ê neteweperweriya Kurdî yê serdema modern e û ev veqif jî bo gihandina bîr û baweriyên van her du navan hatiye damezirandin û dîdar û çalakiyên vê dawiyê ku li vê hola teng tê kirin vê armancê li xwe digre.

Fly Erbil Advertisment