6 Pêşmerge di bûyereke hatûçûnê de birîndar bûn
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Germiyanê 6 Pêşmerge dema diçûn ser karê xwe, di bûyereke hatûçûnê de birîndar bûn.
Şeş Pêşmergeyên ji Hewlêrê dema diçûn ser kar li navçeya Xan Rustemaxa ya ser bi Îdareya Serbxwe ya Germiyanê ve, di bûyerek trafîkê de birîndar bûn.
Peyamnêrê K24ê li Germiyanê da zanîn, her 6 Pêşmerge bo nexweşxaneya Çemçemalê hatine rakirin û rewşa wan baş e.
Peyamnêrê K24ê amaje bi wê jî kir, otomobîla Pêşmergeyan xwe li xaniyekî de bû û di encamê de ew her 6 Pêşmerge birîndar bûbûn.