“Bê guhdana biryarên navdewletî” hilbijartinên parlemantoya Sûriyeyê tê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hilbijartinên parlamentoya Sûriyeyê îro 15ê Tîrmehê birêve diçin. Aliyên Kurdî baykot kirine û xelkê parêzgeha Siweydayê jî sindoqên dengdanê şewitandin.
Hilbijartinên parlamentoya Sûriyeyê îro birêve diçin. Aliyên siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê hilbijartin baykot kirine, li navçeyên di destê opozîsyonê de proseya hilbijartinan nayê kirin û xelkê parêzgeha Siweydayê jî sindoqên dengdanê şewitandin.
Ev hilbijartin in ku piştî derketina şer di sala 2011an de ye, ku ti opozisyona bibandor di hundirê Sûriyeyê de nîne û deverên berfireh li derveyî kontrola rêjîmê mane.
Li Rojavayê Kurdistanê giringî bi hilbijatinan nayê dayîn û gelek alî van hilbijartinan baykot dikin û bi ku dibînin ev hilbijartin ne rewan e û ti çareseriyê bi xwe re nayîne.
Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di daxuyaniyekê de hilbijartin baykot kir û ragihand, rêjîma Sûriyeyê dixwaze hilbijartinan pêk bîne, wek hewlekê ji bo desthilata xwe bi rêya saziyeke sexte bi hêz bike. Ev hilbijartin piştguhkirina rêkeftina civaka navdewletî li ser biryara 2254 ya Netewên Yekbûyî ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê ye.
Herwiha got: “Li gorî biryara 2254, divê hilbijartin li welat di rewşeke ewle, bêalî û aram de bê lidarxistin, herwiha divê hilbijartin pak û dadperwer bin û hemû Sûriyan li navxwe û derveyî welat tê beşdar bon û di bin çavdêriya Netewên Yekgirtî de bin, ku ti mercek ji wê jî nîne.”
Serokê Rêxistina Asûrî ya Demokrat Gabriyêl Mûsê ji K24ê re got: “Encamdana hilbijartinan li dijî destûra ku di sala 2011an de hatiye danîn e. Rêjîm dixwaze bi rêya van hilbijartinan nameyekê ji civaka navdewletî re bişîne ku wê rewabûna xwe ji gelê Sûriyeyê standiye, lê di rastiyê de piraniyan welatiyan van hilbijartinan red dikin û xwepêşandanên li Siwêdayê û yên navçeyên din belgeya wê yekê ye.”
Ji aliyê xwe ve, Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD)hilbijartinên parlamentoya Sûriyeyê boykot kir û diyar kir ku divê çareseriyeke giştî li gorî biryara navdewletî (2254) pêk bê.
Herwiha MSDê bang li gelê Sûriyeyê, tevahî hêzên nîştimanî û demokratîk kir jî ku beşdarî hilbijartinên parlamentoya Sûriyeyê nebin û got: “Em girîngiyê didin çareseriya siyasî ya giştî ya li gorî biryara navdewletî 2254.”