Spanya Îngiltirayê têk dibe û bo cara çaremîn Kûpaya Ewropayê hildigire

Navenda Nûçeyan (K24) – Hilbijardeya Neteweyî ya Spanyayê Şeva borî  hevtayê xwe yê Îngîlîzî bi encama (2 – 1) têk bir û bo cara çarem di dîroka xwe de, Kûpaya Ewropayê bidest xist.

Şeva borî li yarîgeha Olympic ya Berlînê fînala Euro 2024ê di navbera Spanyayê  û Ingiltirayê de birêve çû û Spanayayê bi encama (2 - 1) bi serket û Kûpaya Ewropayê bo cara çarem di dîroka xwe de bidest xist.

Spanyayê di xuleka (47) a nîvê duyem de bi rêya Neco Williams gola xwe ya yekem tomar kir, piştre jî Cole Palmer di xuleka (74) gola wekheviyê ji Îngiltirayê re anî.

Dema ku yarî ber bi dawiyê ve diçe, yarîzanê Spanî Mikel Oyarzabal, di xuleka (86) de gola serkeftinê da hilbijardeya xwe.

Spanyayê bi vê serkeftinê, hevpariya bi Almanyayê re ku di salên 1972, 1980, û 1996an de nasnavên vê qehremaniyê bi dest xistine, şikand, piştî ku di 1964, 2008, 2012, 2024an de bi ser ket û bi çar nasnavan rekora şampiyoniya parzemînê tomar kir.

Herwiha yarîzanê Îspanyayê Rodrî di Euro 2024an de, wek yarîzanê herî baş hat hilbijartin.

Ji aliyekî din ve, Îngiltira, dergûşa futbolê, nekarî yekem nasnavê xwe ya vê qehremaniyê bidest bixe.