Argentîn bo cara şazdemîn Kupa Amerîkayê bidest dixe

Navenda Nûçeyan (K24) – Hilbijardeya Neteweyî ya Argentînê îro danê sibê Hilbijardeya Neteweyî ya Kolombiyayê têk bir û bo cara duyem li ser hev, Kupaya Futbolê ya Amerîkaya “Copa America 2024” hilgirt.
Hilbijardeya Argentînê îro danê sibê li yarîgeha Hard Roddick li Amerîkayê di fînala Copa America 2024 de, bi encama (1 – 0) li hember Kolombiyayê biser ket û bo cara duyem li pey hev, û ya 16emîn di dîroka xwe de Kupaya Futbolê ya Amerîkaya Başûr bidest xist.
Piştî ku dema orîjenal bi encama (0 - 0) bidawî bû, Lautaro Martinez gola tekane ya maçê di xuleka (112) ji dema zêdekirî de hat tomarkirin.
Di maçê de efsaneyê Argentînî Lionel Messi jî di xuleka (64) de birîndar bû û bi girî ji qadê derket.
Hilbijardeya Neteweyî ya Argentînê bi vê serkeftinê, bû cara duyem li ser hev û ya 16emîn di dîroka xwe de nasnavê Kupaya Amerîkayê bidest dixe.