Mekteba Siyasî ya PDKê: Armanckirina heval û kadirên me qebûlkirî nîne

Logoya PDKê
Logoya PDKê

Navenda Nûçeyan (K24) - Mekteba Siyasî ya PDKê bizava “terorkirina” Berpirsê Liqa Germiyanê ya PDKê bi tundî şermezar dike û tekez dike, “Armanckirina heval û kadirên me qebûlkirî nîne”.

Mekteba Siyasî ya PDKê îro (Sêşem, 16.07.2024) di ragehandinekê de “bizava terorkirina” Berpirsê Liqa 22ê ya PDKê li Germiyanê Ekrem Salih şermezar kir û daxwaz daxwaz ji dezgehên wî sinorî dike ku “vekolînên cidî li ser wê kiryara nemirovane û teroristî bikin û bikerên wê ji bop partiya me û tevaya xelkî û xelkê Kurdistanê bi giştî diyar bikin.”

Mekteba Siyasî ya PDKê got, “Ev karên têkderane dê bandor li ser seqamgirî û ewlehiya Herêma Kurdistanê hebe, û armanckirina heval û kadirên partiya me ji her alî û komekê ve be qebûlkirî nîne û em rêyê nadin têkder bigehin meremên xwe.”

Di pareke din a wê ragehandinê de hatiye, “Pêxemetî seqamgirî û ewlehiya civakî ya Herêma Kurdistanê pêdivî ye aliyên peywendîdar bi erkê xwe rabin û bikerên wê kiryara teroristî peyda bikin û rûbirûyî qanûnê bên kirin.”

Otomobîla Berpirsê Liqa 22ê ya PDKê duhî (Duşem, 15.07.2024) li ber deriyê mala wî li bajarkê Kelarê yê girêdayî Îdareya Germiyanê teqiya û di encamê de ew birîndar bû.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, berpirsê Liqa 22ê ya PDKê Ekrem Salih dema ku bi niyet bû çûba ser karê xwe, otombîla wî teqiya û ew bi sivikî birîndar bû.

Peyamnêrê K24ê diyar jî kir, di encama teqînê de cam û deriyên malê jî zirar dîtin. Piştî vemirandina agir, hêzên ewlehiyê û polîs hatin cihê bûyerê û dest bi vekolînê kir.

Li gorî şahidekî ku cîranê Ekrem Salih e, dengê teqînê bihêz bû û zirar gehiştiye mala wî û çend malên derdorê jî.

Fly Erbil Advertisment