Qayimqamê Çemçemalê: Pirojeya avê ya Goptepeyê arêşeya avê bo 50 salên din çare dike

Remik Remezan
Remik Remezan

Navenda Nûçeyan (K24) - Ev çend sal in arêşeya serekî ya şêniyên qezaya Çemçemalê û nahye û gundên wê kêmavî û xirabiya ava vexwarinê ye. Pirojeya avê ya Goptepeyê, ku yek ji pirojeyên stratejîk ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û îsal çûye di warê bicihanînê de, dê bikare ji bo heyama zêdetirî 50 salan arêşeyên avê ji bo Çemçemalê û nahye û gundên wê çare bike.

Qayimqamê Qezaya Çemçemalê Remik Remezan ragehand, “Astê berhemanîna avê li pirojeya avê ya Goptepeyê di seetekê de 3400 metrên sêcarkî ye, ez dikarim bibêjim ku ji bo 50 salên din arêşeya kêmaviyê li Çemçemalê çare dike. Herwesa ev piroje ji hewza avê û pişka parzinandinê pêk tê û pemp pê re ye ji bo paldana avê bo ser çiyayê Tekyeyê û ji wê derê jî bo Banî Meqamê.”

Kerîm Mihemed ku welatiyekî wî bajarkî ye ji K24ê re got, “Niha neh heta deh rojan carekê ava me tê, eger bibe sê çar rojan carekê dê baş be.”

Welatiyekî din bi navê Mihemed Ebdula got, “Eger 10 rojan av di tankê de bimîne, mimkin e di wê demê de tenê dolkekê avê tê de bimîne, gelo ji ber pîsiyê ew av bi kêrî vexwarinê tê?”

Qezaya Çemçemalê ji şeş nahye û 440 gund û 57 fermangehan pêk tê. Şêniyên nahyeyên Axceler û Germesêr û Tekye û Şoreşê û hejmareke zêde ya gundên wan ev çend sal in ji ber kêmaviyê dinalin.

Sê pirojeyên avê ji bo Çemçemalê hatine dabînkirin, ji wan jî pirojeya Banî Meqam û Kanî Şeytan û pirojeya xeta duyê ya Dukan - Tasloce - Çemçemalê. Ev her sê piroje dikarin di dema şevek û rojekan de 30 heta 35 hezar metrên sêcarkî avê ji bo qezaya Çemçemalê dabîn bikin. Ev jî di demekê de ye ku wê qezayê di dema 24 seetan de pêdivîtî bi 60 hezar metrên sêcarkî yên avê heye.

Ji bo çarekirina arêşeyên avê li Çemçemalê, pirojeya avê ya Goptepeyê di meha Hezîrana îsal de çûye di warê bicihanînê de û biryar e di dema kêmtir ji du salan de temam bibe.

Fly Erbil Advertisment