Parêzgeriya Dêrsimê: Hemû çalakî bi destûra parêzgeriyê ve hatine girêdan

Diyarbekir (K24) - Beriya ku Mîhrîcana Mûnzûrê dest pê bike, Parêzgeriya Dêrsimê biryarek di derbarê çalakiyan de ragihand ku hemû çalakî bi destûra Parêzgeriya Dêrsimê ve hatin girêdan.
Biryar e ku îro Mîhrîcana Mûnzûrê ya Dêrsimê dest pê bike ku beriya Mîhrîcanê Parêzgeriya Dêrsimê biryarek di derbarê çalakiyan de stand.
Li gorî biryara Parêzgeriya Dêrsimê li bajêr, hemû çalakî heta 29ê Tîrmehê bi destûra parêzgeriyê ve hatine girêdan.
Hatibu ragihandin ku Mîhrîcana Mûnzûrê ya Xweza û Çandê 25ê Tîrmehê dest pê bike û heta 28ê Tîrmehê bidome.
Di biryara Parêzgeriyê de tê gotin ku li qad, cade, kolan, rê û parkan hemû çalakiyên wek civîn, xwepêşandan, meş, daxuyaniyên çapemeniyê, protesto, mîtîng, belavkirina belavokên destan, çalakiyên rûniştinê, vekirina standan û konsert bi destûra Parêzgeriyê ve hatine girêdan.