Birêveberê Daristan û Pawanên Raperînê: Çar kes bi tometa şewitandina daristana Qeladizê hatin girtin

Daristana Qeladizê
Daristana Qeladizê

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêveberê Daristan û Pawanên Raperînê eşkere dike, di vîdyoyekê de diyar bûye ku çar kes agirî berdidin daristana Qeladizê, û ew çar kes jî hatine girtin.

Birêveberê Daristan û Pawanên Raperînê Îsmaîl Taha îro (Duşem, 29.07.2024) ji K24ê re ragehand, “Bi tometa şewitandina daristana Qeladizê, çar kes hatine girtin.”

Îsmaîl Taha amaje jî da, “Di vîdyoyekê de diyar bûye ku, çar kes agirî berdidin daristana Qeladizê.” Herwesa got, “Ji ber wî agirî, zêdetirî sê hezar darên sinober ên wê daristanê şewitîne û zirar gehiştiye wan.”

Navbirî eşkere jî kir, “Em dê sibe bi tometa şewitandina daristana Qeladizê skalaya qanûnî li ser wan her çar kesan tomar bikin.”

Fly Erbil Advertisment