Serokê Federasyona Futbola Tirkiyeyê serdana Diyarbekirê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Federasyona Futbola Tirkiyeyê ÎBrahîm Haciosmanoglu û Serokê Amedsporê Azîz Elaldi li Diyarbekir di tesîsên Şêxmus Ozer ên werzîşê de civînek çapemeniyê li darxistin.

Serokê Federasyona Futbola Tirkiyeyê ÎBrahîm Haciosmanoglu ji bo ku li yariya Amedspor û Îstanbulsporê temaşe bike serdana Diyarbekirê kir.

Serokê Federasyona Futbola Tirkiyeyê ÎBrahîm Haciosmanoglu ji aliyê Serokê Amedsporê Azîz Elaldi ve hat pêşwazîkirin û serdana Haciosmanoglu bû wesîleya pêşhatên balkêş ku di xwarina bo ÎBrahîm Haciosmanoglu hatî dayîn de Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir Serra Bucak û Parêzgarê Diyarbekir Murat Zorluoglu jî cem hev runiştin, li ser maseyê logoya Amedsporê hat danîn, Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir Dogan Hatun jî bi Parêzgarê Diyarbekir Murat Zorluoglu re sohbet kir.

Şîrovekaran bal kêşandin ku hatina Serokê Federasyona Futbola Tirkiyeyê ÎBrahîm Haciosmanoglu bo Diyarbekir bu wesîle ku di warê siyasetê de jî nermbûnek derbikeve holê.

Serokê Federasyona Futbola Tirkiyeyê ÎBrahîm Haciosmanoglu serdana tesîsên Amedsporê yên rahênanê jî kir û li vê derê li gel Serokê Amedsporê Azîz Elaldi civînek çapemeniyê jî li dar xist û bang kir ku bila werzîş bibe wesîleya biratî û aştiyê.