Denîz Nakî : Bila Azîz Elaldi heta dawiya hefteyê dest ji postê xwe berde

Navenda Nûçeyan (K24) – Yarîzanê Amedsporê yê berê Denîz Nakî bang li Serokê Amedsporê kir ku dest ji postê xwe berde û eger heta dawiya hefteyê dest jê bernede, dê derbarê wî de çend tiştan aşkere bike.
Yarîzanê Amedsporê yê berê Denîz Nakî ji hesabê xwe yê medyaya civakî bang li serokê Amedsporê Azîz Elaldi kir ku dest ji postê xwe berde.
Denîz Nakî dibêje: “Nava liv û tevgerên ku li Amedsporê nayê de ye û divê heta dawiya hefteyê dest ji postê xwe berde, eger bernede dê derbarê liv û tevgerên wî yên li Amesporê nayên de çend tiştan aşkere bike, ez vê helwestê bo Amedsporê û heskiriyên wê wek peywirek xwe dibinim.”
Denîz Nakî yarîzanê berê yê Amedsporê ye û di serdema 2015-2018an de, di 58 yariyan de bo Amedsporê 28 gol avêtibûn. Denîz Nakî ji ber ku di yariyekê de nîşana serkeftinê bi tiliyên xwe çêkiribû li Tirkiyeyê futbol lê hat qedexekirin û paşê jî li Almanya bi cih bû, niha jî li Almanya dijî. Denîz Nakî ji malbatek Kurd a Elewîyên Dêrsîmê ye.