Derbarê şewata Diyarbekir û Mêrdînê de raporek nû hat xwestin

Agir
Agir

Diyarbekir (K24) – Serdozgerê navçeya Çinarê ya Diyarbekirê Rapora Pisporan ya ku di derbarê şewata Diyarbekir û Merdinê de hatî amadekirin, ji ber daneyên kêm red kir û raporek nû xwest.

Di navbera navçeya Çinarê ya Diyarbekirê û navçeya Şemrexa Merdinê de, roja 20 hezîranê şewat derketibû, 15 kesan jiyana xwe jidest dabû, bi hezaran ajalên weltîya mirarî bûbûn û 60 berecot zêdetir zevîyan ji zirar dîtibûn.

Di pêş rapora pisporan ya hatî amadekirin de hatibu gotin, şewat ji têlên kahrebê derketîye, piştî vê di rapora berfireh de jî hat gotin ku “ti nişane nehatine ditin ku şewat ji têlên kahrebê derketîye.” Ji ber vê yêkê Serdozgerê navçeya Çinarê ev rapor ji ber kêmiya daneyan red kir û raporek nû xwest.

Tê gotin ku di nav heyeta pisporan de, dê ji Enqere û Stenbol jî hinek kes ji bo lêkolînê bên. Herwiha heyeta ku ji 3 kesan pêk dihat derket 7 kesan.

Ji alîyê din ve, Baroya Diyarbekirê jî li ser ev guharîna heyeta pispor daxuyanîyeke parve kir ku di daxuyanîyê de hat gotin ku “Em helwesta kiryaran rûsipî dike qebûl nakin û heta dawiyê em ê vê dozê bi şopînin.”