Tirkiye: Me li ser xistina drona Kerkûkê daxwaza ronkirinê ji Îraqê kiriye

Oncu Keçelî
Oncu Keçelî

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyeyê ragehand ku, ji bo ronkirina rûdana xistina dronekê li bajarê Kerkûkê bi desthilatdarên Îraqê re di hevahengiyê de ne.

Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyeyê Oncu Keçelî îro (Pêncşem, 29.08.2024) li ser tora civakî ya Xê ragehandina Fermandeya Operasyonên Hevpar a Îraqê dubare parve kir û amaje da, “Me bi Îraqê re îradeyeke bihêz a hevpar di rûbirûbûna terorê de heye.”

Oncu Keçelî di pareke din a peyama xwe de ragehand, “Li dû madeya 51ê ya carnameya Neteweyên Yekgirtî, welatê min li ser bergirîkirina ji xwe ji şerê rêkxistinên teroristî yên li nav Îraqê berdewam dibe.”

Şaneya Ragehandina Ewlehiyê ya Fermandeya Operasyonên Hevpar îro (Pêncşem, 29.08.2024) ragehand, “Li seet 09:30 ê serê sibeha îro, Bergiriya Asmanî ya Îraqê dronek li kertê Fermandeya Operasyonên Kerkûkê destnîşan kir û piştî lidûçûn û zanîna rêya wê û gehiştina wê ji bo navenda bajarê Kerkûkê, ku çend bingehên hikûmetê û navendên aborî û armancên giring lê hene, tevaya dezgehên ewlehiyê li ser wê hatin haydarkirin.”

Şaneya Ragehandina Ewlehiyê ya Fermandeya Operasyonên Hevpar amaje jî da, “Piştî haydarkirina tevaya dezgehên ewlehiyê yên Kerkûkê, herwesa zanyar li ser wê dronê ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî jî ve hatine piştrastkirin û ron bû ku balafireke nenas e.

Şaneya Ragehandina Ewlehiyê ya Fermandeya Operasyonên Hevpar ron jî kir, “Li seet 10:30 ê sibeha îro têbînî hat kirin ku ew dron li nav Kerkûkê keft xwarê û diyar bû ku drona Tirkiyeyê bû û tîmeke karê teknîkî ji Belgenameya Tawanan û Bergirya Asmanî û Xwedîtiya Dronan bi merema zanîna sedemên keftina wê û rewşa wê rûdanê hat pêkanîn.”