Li Diyarbekirê çalakiya 1ê Îlonê hat kirin
Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê bi minasibeta 1ê Îlonê roja Aştiyê ya Cîhanê çalakîyek hat pêkanîn. Çalakîya bi pêşengîtîya DEM Partîyê pêk hatî çendîn partî û sazî jî tevlî wê bûn. Çalakiyê bi meşê dest pê kir, li qada Şêx Seîd bi daxuyanî û govendê bi dawî bû.
Bi pêşengîtîya Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partîyê) Li Diyarbekirê Çalakîyeke bi meş û govend ji bo 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê hat lidarxistin.
Hevseroka Giştî ya Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) Çigdem Kiliçgun Uçar, Parlementer û endamên DEM Partîyê, gelek endam û birevebirên partîyên siyasî û saziyên sivîl tevlî çalakîyê bûn.
Di çerçoveya wê çalakîyê de ji taxa Ofîsê meşê dest pê kir heta qada Şêx Seîd. Di dema meşê de dirûşmên aştîyê hatin avêtin.
Li qada Şêx Seîd Hevseroka Giştî ya Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) Çigdem Kiliçgun Uçarê axaftinek kir û bibîr xist ku, bi reşkirina nivîsên Kurdî çav li hemberî ziman û çanda kurdî disekinin. Ji alîyê din ve li gel Uçarê çend kesên din jî axaftin kirin û peyamên aştîyê parve kirin.
Herwiha piştî axaftinê govend hat geryandin û kesên tevlî wê çalakîyê bûn bê deng belav bûn.