Pirojeya Mozexanekirina Kela Nizarkê li Dihokê berdewam e

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgerê Dihokê radigehîne ku, ew piroje bi sê qonaxan tê bicihanîn û li paşerojê dibe mozexaneyeke niştîmanî ya mezin, ku nûnerîtiya nexweşiyên kesûkarên Enfalkiriyên Behdînan dike.
Parêzgerê Dihokê Elî Teter îro (Çarşem, 04.09.2024) serdana pirojeya Mozexanekirina Kela Nizarkê li navenda bajarê Dihokê kir.
Elî Teter di çarçoveya wê serdanê de ragehand, “Ev piroje bi sê qonaxan tê bicihanîn û li paşerojê dibe mozexaneyeke niştîmanî ya mezin, ku nûnerîtiya nexweşî û derdeseriyên kesûkarên Enfalkiriyên Behdînan dike, ku li sala 1988ê bi destên rijêma Beis a nemayî hatin Enfalkirin.
Navbirî amaje jî da, “Niha qonaxa yekê ya wê pirojeyê bidawî hatiye û ji niha pê de karkirin li ser qonaxên duyê û sêyê dest pê dike heta bibe mozexaneyeke mezin.”
Pirojeya Mozexanekirina Kela Nizarkê li ser budceya Parêzgeha Dihokê bi gojimê yek milyar û 271 milyon dînaran tê bicihanîn, herwesa bizav tê kirin ku belgenameyên Enfala Behdînan li wê mozexaneyê bên danan.
Kela Nizarkê li sala 1985ê wekî keleke serbazî li Dihokê hat çêkirin, di pêla Enfalê de zêdetirîn kes tê de hatin eşkencedan û zêdetirî sê hezar kesan li wê kelê hatin windakirin, hejmareke wan jî ji bo biyabanên jêriya Îraqê hatin veguhastin û li wê derê hatin windakirin.