Sê keysên Taya Xwînberbûnê li Dihokê hatine tomarkirin

Dihok / Wêne: Star Ehmed - K24
Dihok / Wêne: Star Ehmed - K24

Navenda Nûçeyan (K24) - Sê keysên nû yên tûşbûnê bi Taya Xwînberbûnê li parêzgeha Dihokê hatine tomarkirin, lê saxlemiya wan her sêyan baş e.

Berdevkê Birêveberiya Giştî ya Tendirustiya Parêzgeha Dihokê Metîn Berwarî îro (Sêşem, 10.09.2024) ji K24ê re ragehand, “Sê keysên nû yên tûşbûnê bi Taya Xwînberbûnê li parêzgeha Dihokê hatine tomarkirin.”

Metîn Berwarî herwesa got, “Ew her sê tûşbûyî şêniyên qezaya Berdereşê ne, pişkinînên wan ji bo Bexdayê hatibûn şandin û encamên wan erênî bûn.” ron jî kir, “Saxlemiya wan her sêyan baş e.”

Bi tomarkirina van her sê keysan, îsal 11 welatiyên Herêma Kurdistanê tûşî taya xwînberbûbê bûne.

Nexweşiya Taya Xwînberbûnê bi rêya zîndewerekî biçûk ku navê wî Gene ye ji candaran bo mirovan tê veguhastin. Di piraniya keysan de ew nexweşî li ser candaran diyar nabe, lê bandorê li saxlemiya mirovan dike, ku bi çend awayan diyar dibe, wekî Îbola, Lasa, Dengû, Marburg û Taya Zer.

Di dema 3 heta 14 rojan de nîşanên Taya Xwînberbûnê diyar dibin, ku yên herî giring ev in; tayeke bilind, êşana zevlek û hestîkan, bêhêzî û hestkirina bi gêjbûnê.

Ji bo çarekirina nexweşên Taya Xwînberbûnê, divê pişkinîn ji bo wan bên kirin û ji kesên din bên veqetandin ji ber ku gelek mimkin e ew nexweşî ji bo kesên din bê veguhastin. Herwesa ew nexweşên ji ber Taya Xwînberbûnê tûşî kêmbûna xwînê dibin, divê bi lez xwîn jê re bê dabînkirin.

Ew nexweşên ku nîşanên zikçûn û hilavêtinê jî hene, ji bo çarekirin û parastina wan ji hişkbûnê, dermanên pêdivî jê re tên dan.