Marûf Herkî: Me peywendiyeke bazirganî ya baş bi Îranê re heye

Marûf Herkî
Marûf Herkî

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê Odeya Bazirganî ya Hewlêrê radigehîne, “Her ji salên 1990an ve, me peywendiyeke bazirganî ya baş bi Îranê re heye.”

Cîgirê Serokê Odeya Bazirganî ya Hewlêrê Marûf Herkî îro (Pêncşem, 12.09.2024) ji K24ê re ragehand, “Her ji salên 1990an ve, me peywendiyeke bazirganî ya baş bi Komara Îslamî ya Îranê re heye. Herwesa Herêma Kurdistanê bûye pirek ku kelûpelên Îranî tê re ji bo jêrî û naverasta Îraqê tên derbazkirin.”

Marûf Herkî herwesa got, “Di serdana Serokkomarê Îranê ji bo cem Serokê Hikûmetê û berpirsan de, behsa wê yekê hatiye kirin ka hawirdekirina kelûpel û tiştan bi çi awayekî be, em dibînin ku her du aliyan niha roleke giring di warê çandinê de heye.”

Navbirî amaje jî da, “Hatina Serokkomarê Îranê ji bo Herêma Kurdistanê nûbûna bazirganiyeke din e, ji ber ku hizirên nû yên bazirganî di navbera her du aliyan de li hev tên guhertin.”

Cîgirê Serokê Odeya Bazirganî ya Hewlêrê ron jî kir, “Sûkên sinorî yên navbera Herêma Kurdistanê û Îranê tên vekirin, hemî bazirgan jî tê de pişkdar dibin, heta pîşekarên hemî bajarên Herêma Kurdistanê jî tê de pişkdar dibin û xasma jî pîşekarên Hewlêrê.”

Fly Erbil Advertisment