Wezîrê Perwerdeyê yê Herêma Kurdistanê ji bo Îranê tê vexwandin

Alan Heme Seîd
Alan Heme Seîd

Navenda Nûçeyan (K24) - Konsulê Giştî yê Îranê Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo welatê xwe vedixwîne, ji bo ku zêdetir hevahengî di navbera wezaretên perwerdeyê yên Herêma Kurdistanê û Îranê de çê bibe.

Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd îro (Pêncşem, 19.9.2024) pêşwaziya Konsulê Giştî yê Îranê li Herêma Kurdistanê Nesrula Reşnûdî û şanda pê re kir.

Li dû ragehandina Wezareta Perwerdeyê, di wê hevdîtinê de behsa alîkarî û hevahengiya her du aliyan hat kirin. Konsulê Giştî yê Îranê bi awayekî fermî Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Îranê vexwand, bi merema zêdetir hevdîtin û civîn û hevahengiyê bi Wezîrê Perwerdeyê yê Îranê re.

Fly Erbil Advertisment