Tîmeke pizişkî ya Îtalî neştergeriyên kêmpeyda ji zarokên Dihokê re dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgerê Dihokê Elî Teter îro (Sêşem, 24.09.2024) pêşwaziya tîmeke pizişkî ya Îtalî bi serokatiya Dr. Willi Pinto û Berpirsê Rêkxistina Hêviya Nazdaran kir.
Li dû Ragehandina Parêzgeha Dihokê, di wê civînê de ku Birêveberê Giştî yê Tendirustiya Parêzgeha Dihokê Dr. Efrasiyab Mûsa jî tê de amade bûbû, behsa bernameya wê tîmê ji bo kirina hejmareke neştergeriyên dilî ji bo zarokên ku tûşî wê nexweşiyê bûne hat kirin.
Herwesa di wê ragehandinê de hatiye, “Elî Teter rolê wê tîmê û Rêkxistina Hêviya Nazdaran bilind nirxand, xasma ji bo kirina neştergeriyên kêmpeyda ji zarokên sinorê parêzgeha Dihokê re û herwesa amadebûna xwe ji bo alîkariya wê tîmê tekez kir.”
Di qonaxa yekê de, ew tîma pizişkî ya Îtalî neştergerî ji 10 zarokên nexweş ên sinorê parêzgeha Dihokê re dike, ku ew zarok ji zikmakî tûşî nexweşiya dilî bûne.
Rêkxistina Hêviya Nazdaran li sala 1998ê hatiye damezrandin û heta niha zêdetirî 900 zarokên ku nexweşiya dilî hebû li Dihokê û Îtalyayê çare kirine.