Amerîka kelûpelên pûçkirina bombeyên çandî pêşkêşî Asayîşê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê radigehîne ku, kelûpelên pûçkirina bombeyên çandî pêşkêşî Asayîşê kirine.

Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Herêma Kurdistanê îro (Yekşem, 29.09.2024) parve kir, “Nivîsîngeha Bernameyan li Nivîsîngeha Dijeterorê û Nivîsîngeha Ewlehiya Diplomasî ya Alîkariyên Rûbirûbûna Terorê, ku her ew her du nivîsîngeh girêdayî Wezareta Dervey a Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê ne, kelûpelên girêdayî pûçkirina bombeyên çandî pêşkêşî Asayîşê kirin.”

Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Herêma Kurdistanê herwesa eşkere jî kir, “Pêşkêşkirina wan kelûpelan bi merema piştevanîkirina hevparên me li Asayîşê ye.”