Selman Şen pêleyîstokan bi diyarî dide zarokên nexweş
Diyarbekir (K24) – Selman Şenê ku di Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Parêzgeha Diyarbekirê de mamostetîya perwerdeya taybet dike, bi pêlîstokên ku ji malzemeyên ku ji kelûpelên avêtî çêdike xeyalên zarokan tîne cîh. Mamosteyê alîkarxwaz karê xwe bi pêş ve bir û hunergeha xwe vekir. Pelîstokên ku çedike dîyarî zaroka dike.
Mamosteyê alîkarxwaz ê ku odeyek ji mala xwe ya sê odeyî ji bo pêlîstoka veguherand hunergehê, li vir pêlîstokên ku ji paşmayan çêdike, diyarî zarokên nexweş û zarokên ku ji ber aborîyê pelîstokên wan tine dike. Mamosteyê perwerdeya taybet Selman Şen biryar daye ku têkiliyek li ser jiyana zarokan bike. Ji tiştên kel û pelên gelaşî yên wekî karton, patrî, dar û plastîk têne çêkirin lîstoka çêdike.
Mamoste Selman Şen ji K24ê re got: “Ji be ku zarok bi pêlîstokên amade dema xwe pê dermas dikin, û telefon, televizyon û komputer de dema xwe dermas dikin di zaroka de pirsgirek derdikeve hole. Di derunîyê de, tendurîstîyê de, ji alîyê aborîya malbata wan de pirsgirek dertê. Ji ber wê mi xwest ku pêlîstokên xwe amade bikin. Bi malbatên xwe re dema xwe derbas bikin. Ji ber wê yeke ez ji wan re bibim mînak.”
Mamosteyê fedakar ê ku bi diyariyên biçûk bandorek mezin û bi wate li jiyana zarokan dixe vî karî veguherand projeyek berpisyarîya civakî û pêlîstokên ku çêkir diyarî zarokên astengdar û nexweşiya losemî kir. Selman Şen kare pêlistoka pêşve xist u hunergeha xwe vekir. Armanca Selman Şen, van pêlîstokên kû çêdike dîyarî bike wan zarokên nexweş ê ku li beşa pençeşerê radizên.
Selman Şen dibêje: “Bira pêlîstokên xwe li gorî aborîya xwe, lo gorî tendurîstîya zaroka, li gorî aborîya wan û derunîya wan çi pêlîstok hewce be bira li ser wan pêlîstoka bijartina xwe bikin. Pêlîstok li ser armancek amade dibe. Malbat li gorî hewcebuna zaroka bijartina xwe bikin.”