Serok Barzanî sersaxiyê li Serokê Îmaratê dike

Serok Barzanî ji ber koça dawî ya Şêx Seîd bin Zayid Al Nehyan, sersaxiyê li Serokê Îmaratê dike.

Hewlêr (K24) – Serok Barzanî ji ber koça dawî ya Şêx Seîd bin Zayid Al Nehyan, sersaxiyê li Serokê Îmaratê dike.

Baregeha Barzanî ragihand, roja Pêncşemê 27ê Tîrmeha 2023an Serok Mesûd Barzanî bi rêya behînameyekê ji bo Serokê Îmarata Erebî ya Yekgirtî Şêx Mihemed bin Zayid Al Nehyan sersaxî li Serokê Îmaratê kir ji ber koça dawî ya Şêx Seîd bin Zayid Al Nehyanê birayê wî, ku ji ber nexweşiyê canê xwe ji dest da.

Daxuyaniya Baregeha Barzanî wiha ye:

Serok Barzanî sersaxiyê li Serokê Îmaratê dike

Roja Pêncşemê 27ê Tîrmeha 2023an Serok Mesûd Barzanî bi rêya behînameyekê ji bo Serokê Îmarata Erebî ya Yekgirtî Şêx Mihemed bin Zayid Al Nehyan sersaxî li Serokê Îmaratê kir ji ber koça dawî ya Şêx Seîd bin Zayid Al Nehyanê birayê wî, ku ji ber nexweşiyê canê xwe ji dest da.