Serokwezîr Mesrûr Barzanî kevirê bingehîn ê çend projeyên Toyotayê li Hewlêrê datîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî , kevirê bingehîn ê komek projeyên stratejîk ên kompaniyaya bavdewletî ya Toyotayê li bajarê Hewlêrê datîne.

Bi serpereştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, îro 30î Îlonê, di merasîmekê de kevirê bingehîn ji bo sê projeyên giring ên kompaniyaya Toyotayê tê danîn. Ev proje pêk tên ji:

- Navenda Parçeyên Yedek

- Berfirehkirina Navenda Kontrolkirina Berî Radestkirinê (PDI)

- Projeya "Hewlêr Motor City"

Merasîma danîna kevirê bingehîn bi amadebûna Konsulê Giştî yê Japonyayê, Parêzgarê Hewlêrê û Serokê Kompaniyaya Toyota-Iraqê birêve diçe.

Kompaniyaya Japonî ya Toyotayê ku wek yek ji markayên herî mezin ên cîhanê tê naskirin, xwedî hebûneke berbiçav e li Herêma Kurdistanê. Niha şaxên vê kompaniyayê li Hewlêr, Silêmanî û Dihokê xizmetê pêşkêş dikin, herwiha biryar e di qonaxa bê de şaxeke nû li parêzgeha Helebceyê jî were vekirin.

Roja 20ê Îlona 2025an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî şaxê Toyotayê li Dihokê vekiribû. Ew proje li ser rûberekî 62 hezar û 500 metreyî hatibû avakirin û di heman demê de xwedî kapasîteya 1,200 otomobîlan e.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê girîngiyeke mezin dide kişandina kompaniyayên biyanî bo nav bazarên Herêmê. Di vê çarçoveyê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di meha Mijdara sala borî de teqez kiribû ku armanca hikûmetê ew e ku rê li ber vekirina şaxên kompaniyayên mezin ên cîhanî li Herêma Kurdistanê xweş bike, da ku ciwanên herêmê bikaribin ji teknolojî û ezmûnên wan ên pêşketî sûd werbigirin û derfetên nû yên kar bo wan peyda bibin.