CENTCOM: Erkê Amerîka û hevpeymanan li Sûriyeyê berdewam dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Navendî ya Hêzên Çekdar ên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, pêvajoya vekişîna hemû hêz û alavên serbazî yên Amerîkayê ji Baregeha Asmanî ya li Firokxaneya Hewlêrê bidawî bûye. Bi vê pêngavê re, erkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li ser axa Iraqê bi fermî bi dawî hat.

Hat ragihandin, ev gav beşek e ji veguhastina pêşwext plansazkirî ber bi pêkanîna pêwendiyeke berevaniyê ya dualî di navbera Amerîka û Iraqê de. Ligel vê yekê, erkên hevbeş ên Hevpeymaniyê li Urdinê berdewam dikin û navenda wan a sereke derbasî wî welatî dibe, da ku kampa li dijî DAIŞê li Sûriyeyê ligel hevalbendan û aliyên peywendîdar berdewam bike.

Derbarê vê pêngavê de, Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Amîral Brad Cooper daxuyaniyek da û got: "Destxweşiyeke mezin arasteyî bi dehhezaran leşker, dîplomat û karmendên sivîl ên Amerîkî dikin ku bersiva bangewaziya li Iraqê dan. Bi saya wêrekî, fedakarî û pîşeyîbûna we, DAIŞ êdî ji bo ewlehiya neteweyî ya Iraqê ne metirsiyeke sîstematîk e. Hêzên ewlehiyê yên Iraqê, di nav wan de Hêza Pêşmerge û hêzên din ên Herêma Kurdistanê, niha xwedî şiyan, serkirdayetî û serxwebûna operasyonî ne ku bi serê xwe rûbirûyî her gefekê bibin."

Pêvajoya vekişîna hêzên Amerîka û Hevpeymaniyê ji Iraqê ji meha Cotmeha borî ve dest pê kiribû û di 30ê Îlonê de bi valakirina tevahî ya baregeha asmanî ya li Hewlêrê ji karmend û kelûpelên leşkerî gihîşt qonaxa dawî.

Baregeha Asmanî ya Hewlêrê ya li Herêma Kurdistanê wek navendeke sereke ji bo birêvebirina operasyonên Hevpeymaniyê xizmet dikir û 1,500 leşkerên Amerîkî û hevalbendên wan dihewandin ku piştevaniya operasyonên dijî terorê dikirin.

Amîral Brad Cooper di dawiya daxuyaniya xwe de tekez kir, her çend ew gavekê paşve bavêjin û berpirsiyariya ewlehiyê ya temam radestî hikûmet û xelkê serbilind ê Iraqê bikin jî, hêzên Amerîka û hevalbendên wê li navçeyê dê ji bo rûbirûbûna her metirsiyeke nexwestî ya DAIŞê di amadebaşiyê de bin. Cooper destnîşan kir, hişyarî û amadebaşî stûna bingehîn e ji bo parastina axa Amerîkayê û bihêzkirina aramiya Rojhilata Navîn.