Şelal Gedo: Hebûna Kurdan li Rojavayê Kurdistanê di xetereka mezin de ye

Şelal Gedo
Şelal Gedo

Navenda Nûçeyan (K24) – Tirkiye berdewam êrîşan dike ser Rojavayê Kurdistanê û cihên sivîlan û jêrxaneyên aborî dike armanc.

Nûnerê ENKSê di nav Opozisyona Sûriyeyê de Şelal Gedo îro (Duşem, 15ê Çileya 2024ê) li ser vê mijarê bû mêvanê K24ê û bersiva çend pirsyarên Hekar Nêrweyî da.

Şelal Gedo di nav gotinên xwe de got, “Di bîr û bawerên me de, divê ev şer ji binî ve bisekine, mesele ne ew e ku êrîş li ser cihên sivîl an cihên çekdaran tên kirin”.

Herwesa got, “Eger ev siyaset û kiryar li Rjoavayê Kurdistanê berdewam bin, ez dûr nabînim ku çarenivîsa Rojavayê Kurdistanê jî wekî çarenivîsa Xezzeyê bibe. Em hemî dibînin ku bi ronahiya kesk a welatên zilhêz û Hevpeymaniya NATOyê li Xezzeyê çi çê dibe, li Rojavayê Kurdistanê jî wesa ye, hemî asmanê Kurdistanê di destê Rûsya, Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî de ye, lê ew hemî bêdeng in. Ez dûr nabînim ku ew ronahiya kesk ji bo Tirkiyeyê vê dixin ku balafir û dronên wê bi azadî biçin û bên û her devera bixwazin bombebaran bikin”.

Tekez jî kir, “Hemî dizanin ku PYD parek ji PKKyê ye. Ne tenê Tirkiye bi vî çavî temaşeyî wê dike, xelk û opzisyona Sûriyeyê û Civata Niştîmanî ya Kurdan û hemî partiyên Kurdî û Herêma Kurdistana Îraqê tev bi wî çavî temaşe dikin ku PYD û QSD û hemî dezgehên wê parek ji PKKyê ne, û ev e bûye sedem niha Rojavayê Kurdistanê bûye armanca artêşa Tirkiyeyê”.

Nûnerê ENKSê di nav Opozisyona Sûriyeyê de amaje da, “Bi baweriya min, çareseriyeka bingehîn ji vê meseleyê re divê”.

Haydarî jî da, “Eger Kurd li Sûriyeyê û xasma PYD lêvegerekê li siyaseta xwe çê nekin, ne dûr e ku Rojavayê Kurdistanê wekî ax û gel tev de bibe qurbaniya PKKyê”.

Ron jî kir, “PYD ne parek ji şoreşa Sûriyeyê ye û ecindayên wê jî ne ecindayên xelkê Sûriyeyê ne, zêdetir ecindayên wan ecindayên PKKyê ne û ev e sedem ku şer tê ser Kurdên Rojavayê Kurdistanê”.

Herwesa got, “Çareseriyeka bingehîn ji vê meseleyê re divê. Bi baweriya min, mumkin bû danûstandinên Kurdî - Kurdî bûban deriyek ku ew şer sekinîba. Eger ENKSê îdareya deverê biriba û PYD bi navekê din û bi awayekê din li jêr maseyê ba û têkiliyên wan bi PKKyê re nemaban, mumkin bû hindek êminî li deverê çê bûba”.

Tekez jî kir, “Bi vî awayî, PYD dê nekare Tirkiyeyê bêdeng bike û dê nekare zora Tirkiyeyê bibe ji ber ku wekheviya hêzan di navbera her du cihan de nîne. Çekê PYDyê û tevaya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê li beranberî çekê Tirkiyeyê û dewletên din ne çek e û Kurd bi şerî bi kesekî nikarin û xasma bi dewletên zilhêz ku endamên serekî yên NATOyê ne”.

Herwesa amaje da, “Ji destpêkê heta niha, em dibêjin ku divê danûstandin hebin, divê em tiştekî bikin ku behaneyan nedin destê Tirkiyeyê û opozisyona Sûriyeyê û xeyrî wan ku êrîşan bînin ser Rojavayê Kurdistanê lê PYD pabendî lihevkirinan nebû”.

Bang jî kir, “Em dengê xwe digehînin welatên cîhanê ku di vê qonaxê de Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê biparêzin. Em nikarin vî şerî bikin lê em daxwazê ji dostên Kurdan dikin ku Kurdan li Rojavayê Kurdistanê biparêzin ji ber ku hebûna Kurdan di vê rewşê de di xetereka mezin de ye”.

Amaje da sitratejiya Amerîkayê jî û got, “Sitratejiya Amerîkayê heta niha zelal nîne û kes nizane Amerîka daxwaza çi dike û pîlanên wê çi ne. Di baweriya min de, egere Amerîkayê ronahiya kesk ji bo Tirkiyeyê pê nexistiba, ev şer dê rû nedaba. Eger Amerîka di vê meseleyê de rijd ba, dê diyaloga Kurdî - Kurdî gehandiba encamekê ku bûba sedemek itîrafa navdewletî bi wan deveran çê bûba û ev şer jî hêdî hêdî sekinîba”.

Li dawiyê jî got, “Bi dîtina min, rewşa Sûriyeyê li serdema Biden xirabtir bû û rewşa Kurdan jî li Sûriyeyê zêdetir têk çû. Li serdema Trump, me tevan dît ku diyaloga Kurdî - Kurdî gehiştibû astekê gelek baş û givaştinên îdareya Trump li ser PYDyê zêde bûn, lê bi hatina Biden ew diyalog rawestiya û hemî piştevaniyên ku ji bo Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê hebûn hêdî hêdî paşve diçin”.