Amerîka gefên cezakirina Iraqê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Neteweyên Yekbûyî cezayên nû li ser Îranê ferz kirine, di eynî demê de Amerîkayê jî Iraq û welatên din bi tundî hişyar kirine ku pabendî wan cezayan bin. Eger na, ew dê bi cezayên wekhev re rû bi rû bibin.
Bicîhanîna van cezayan ji bo Iraqê karekî hêsan nabe, ji ber hebûna sînorekî dirêj ê 1400 kîlometreyî û qebareya bazirganiya mezin a di navbera wan de ku salane nêzîkî 25 milyar dolaran e. Vê têkiliya aborî ya zêde Iraq xistiye rewşeke hesas.
Şirovekerên siyasî li wê bawerê ne ku, ev ceza dê bandoreke neyînî ya mezin li ser aboriya Iraqê bikin. Mamostayê Zanîngehê Mihemed Kelabî ji Kurdistan24ê re ragihand ku, ew li wê bawerê ye ku piraniya bazirganiya bi Îranê re dê raweste û ev dê bandoreke neyînî li ser aboriya Iraqê bike, xasma jî ku Iraq ji bo dabînkirina piraniya pêdivîtiyên xwe bi Îranê ve girêdayî ye.
Têkiliya di navbera Îran û Iraqê de têkiliyeke asayî ya cîrantiya di navbera du welatan de nîne. Amerîkayê bi dehan caran hişyarî daye Iraqê ku, sînorên xwe yên bi Îranê re mukom bike, birina dolar, petrol û kelûpelan bi qaçaxî rawestîne, serweriya axa xwe ji tevgerên leşkerî biparêze û komên çekdar ên nêzî Îranê jî kontrol bike.
Şirovekerê Siyasî Elî Hebîb tekez kir ku, "Divê Iraq ji ber Îranê xwe tûşî cezayan neke." Li gorî wî, givaştinên vê carê yên Amerîkayê cuda ne û divê Iraq pabendî biryaran bibe. Eger na, ew dê rasterast bê cezakirin.”
Neteweyên Yekbûyî bi rêya mekanîzma snapbackê bi rêya bernameya atomî ceza li ser Îranê ferz kirine, ku ji dorpêçkirina li ser samanê Îranê yê li derveyî welatî û rawestandina peymanên çekan bi Tehranê re pêk tê. Her pêşxistineke din di bernameya mûşekên balistîk ên Îranê de bê kirin, ceza dê zêdetir bibin.