Bi wêne.. Serokwezîr Mesrûr Barzanî di nav merasîmên vekirina pirojeya Kavîn Farmê de

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pirojeya Kavîn Farmê li bajarkê Sêmêlê li sinorê parêzgeha Dihokê vekir, ku girêdayî xwedîkirina çêlan û berhemên spiyatî ye. Berê binyatî yê vê pirojeyê jî her ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve li roja 07.06.2022ê hatibû danan û di du sal û sê mehan de bi gojimê 40 milyon dolaran hat temamkirin.



