Li Diyarbekirê hejmara geştiyaran ji sedî 19 zêde bûye
Diyarbekir (K24) – Li gorî daneyên qada geştiyariyê Diyarbekirê îsal di 7 mehên pêşî de mêvandariya 760 hezar geştiyaran kiriye ku sala borî ev hijmar 680 hezar bû ev hijmar tê wateyê ku hijmara geştiyaran li gorî sala borî %19 zêde bûye. Bi taybetî di salên dawîn de Diyarbekir bala geştiyarên alman dikêşe ku îsal 3 hezar 180 geştiyarên almanî serdana Diyarbekirê kirine. Geştiyarên almanî balê dikêşin ku Diyarbekir bajarek bibandor e û hêjayî dîtinê ye.
Geştiyar Oksana Belînyum: “Ez nû hatim Diyarbekirê, bi rastî bajarek gelek bedew e, bajarek ji aliyê çand û dîrokê ve gelek dewlemend e, li her derê bajêr mêhvanperwerî heye, mirovên vê derê gelek mirovşêrîn in, hevaltiyek germ bi me re dikin.”
Geştıyar Maykil Belînyum: “Ev cara yekem e têm Diyarbekir, ez ji Elmanyayê hatim, bajarek balkêş û bibandor e, nêzîkahiya mirovan gelek bi min xweş hat, ez wisa bawer dikim ku ezê careke din jî werim, ezê ji vir biçim Çiyayê Agirî"
Kompaniyên geştiyariyê balê dikêşin k udi salên dawîn de ji ber ku di danasîna Diyarbekir de gavên baş hatin avêtin û di qada navneteweyî de jî Diyarbekirê deng veda ev yek bu wesîle ku hijmara geştiyaran zêde bibe û ji xwe ev yek xwe di tijebuna otelan de jî dide der ku niha kapasîteya otelên Diyarbekir 10 hezar û 500 e.
Geştiyarkar Edîp Paçal: “Zêdebûnek derdora %20î heye ku sedem ew e yên sala borî hatîn bi keyxweşî ji vêderê çûn û bi başî behsê kirin. Îsal eleqeyek gelek baş heye, wek mînak, şeva derbasbuyî komek min a geştê hatibu, xwestinşev li Diyarbekirê bimînin lê hemu otel tije bun. Gastronomû, çand û dîrok gelek dewlemend e li vê derê. Taybetmendiyek din a balkêş a Diyarbekir ew e ku jiyan li vê derê li gorî bajarên cîran azadtir e û ji ber wê di dawiya hefteyê de rojane gelek geştiyar ji bajarên cîran tên.”
Di havînan de geştiyar berê xwe didin bajarên deryayî lê di bihar û payîzê de berê xwe didin çand û dîroka dewlemend kut ê pêşbînîkirin di payîzê de eleqe zêdetir bibe û ev yek bibe wesîle hijmara geştiyaran ji 1 milyonî zêdetir bibe.