Pêşangeha Cîwaniya laşî û Kozmetîk a Diyarbekirê hat vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Diyarbekirê ji bo hezkiriyên kozmetîkê û ciwanîya laşî  peşangehêk hat li darxistin û  kompanîn kosmetîkê û bijîşk beşdar bûn. Peşangeha Bedewî û Kozmetîkê ya Dîyarbekirê ku heta 8ê Cotmehê bidome, pisporên estetîk û bedewiyê li hev kom dike. 

'Pêşangeha Cîwanîya laşî  û Kozmetîk a Dîyarbekirê' hatî li darxistin, ji bo hezkirîyên kosmetîk û bedewîyê gelek kompanîyê ji Tirkiyeyê li Dîyarbekir anî cem hev. Di vê pêşangehê de hemû kompanîyên ku di sektorên estetîk, bedewî, rênêrîn û kozmetîkê de dixebitin hatin cem hev. 

Xwedîyê Kompaniyê Eyub Balkaya: “Em ji Wanê hatine. Serûmên çerm, sabûn, bêhna jura, maska rûya li cem me heye. Ji bo alîkarîya rindbûna jinên me kurd me kosmetîkên rınd, baş anîye. Em dixwazin gelê me Dîyarbekirê bên me nas bikin. Em alîkarîya hev bikin. Ne tennê firotin kopanîya me nas bikin beşe ji me re.” 

Di pêşangehê de heta roja dawî curbecur konferans, pêşkêşiyên teknolojiyê, pêşandanên lênêrîna bedewiyê û semînerên jiyana tenduristî ji bo sektorê pêk werin. Ji xeynî pisporên bedewî û kozmetîkê, bijîşk, kozmetolog û pisporê estetîkê ên ji herêmî û biyanî jî ewê beşdarî pêşangehê bibin.

Xwedîyê Kompaniyê İlhan Gûn: “Em 3 kompanî beşdarî peşangehê bune. Berhemên lênerîna çerm, por û neynoka  me anîye.  Berhemê me ji hêla Wezareta Tenduristiyê ve hatî pejirandin. Ji bo ku ji berhemên ne kalîte bên parastin, divê werin vir û berheman biceribînin û paşê bikirin.”

Pêşangeha Bedewî û Kosmetîkê ya Dîyarbekir” dest pê kir. Gelek kompanî, bijîşk u pisporên bedewî û kozmetîkê yên ji Tirkeye, ji heremê û bîyanî berê xwe dan Diyarbekirê û bı coşek mezin deriyê xwe ji gel re vekir.

 
Fly Erbil Advertisment